Резонанс
Лучшее
Обсуждаемое
-
-
+3
+
+

Kurdên li Moskowayê dijîn 15 Sibatê şermezar kirin

ПОИСК МАТЕРИАЛОВ
Установите Flash Player и/или разрешите в браузере JavaScript, чтобы включить видео.
Опубликовано:  19.02.2013 - 18:37

Bi boneya protestokirin û şermezarkirina komploya navnetewî ya 15 Sibatê Kurdistaniyên li paytextê Rûsyayê Moskowayê dijîn îro danê nîvro bi beşdar bûna dehan kes li meydana VVS’ê çalakiyek li darxistin.

Kurdistaniyên li Paytexta Rûsyayê Moskowa dijîn îro danê nîvro bi boneya 14’mîn salvegera radestkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ya Tirkiye protesto û şermezar bikin li meydana VVS’ çalakiyek li dar xistin. Di çalakiya nûnerê û serokê rêxistinê Kurd yê li Federasyona Rûsyayê xebatê xwe didin meşandin de polîsên Rûs tedbîrên ewlekariyê yê pir berfireh girtibû.

Ji beşdarvanê çalakiyê re Serokê Rêxistinê Navnetewî Civakî yê Kurd Mîhrab Şamoyev li ser giringî û wateya rojê axaftinek kir. Şamoyev di axaftina xwe de bal ser girîngiya rola Ocalan û got: “Ev 14 sale ku dewleta Tirk dixwaze Serokê Gelê Kurd Birêz Abdullah Ocalan bêtesîr bike. Lê eşkere bû ku Serokê Gelê Kurd bilîstika nayê xapandin. Ji ber vê yê wan jî baş famkir ku ne Serok be kes nikare li ser pirsgirêka Kurd biaxive. Ji ber vê yekê îro bi Serokatî re dest bi hevdîtina kirine. Dîsa ji bo Kurda 15 Sibatê wê waye îxaneta mezin. Ji ber ku gelek dewleta di vê rojê de îxanet bi Kurda re kirin. ji bo vê jî pêwîste Kurd vê rojê ji bîr nekin.”

‘XWEDÎ LI MAFÊ XWE DERKEVIN’

Piştî axatina Şamoyev nûnera Rêxistina jinên Kurd yê Moskowayê Mîhrîcan Davoyî jî axaftinek kir. Davoyî di axaftina xwe de bal kişan ser girîngiya Serokê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ya ji bo jinê û got: “Serokê me çavê me vekir û hişt ku em jî xwedî li mafê xwe derkevin. Îro jina Kurd ger di her qadî civakê de xwedî bîr û baweriyê ye ev bi saya Serokê me ye. Ger serokê me nebûya wê asta jina Kurd jî ne wisabûya. Ji ber vê wekê di rojek wiha reş de em wek jinê Kurd yê li Moskowayê dijîn em dibêjin ew kesên ku di vê komployê de cih girtine pêwîste ji gelê Kurd lêborîna xwe bixwazin û di demek zûde ji bo azadiya Serokê me têkevin nav hewildana. Encax wisa dikarin xwe bi gelê Kurd bidin efûkirin.”

‘KOMPLO VALA HATIYE DERXISTIN’

Serokê Otonomiya Federal a Netewî û Çandî ya Kurd Ferhat Fetî jî, ji beşdarvanên çalakiyê re axaftinek kir. Fetî di axaftina xwe de got ku: “îro li her deverê Kurdistan û Cîhanê Kurd komploya navnetewî şermezar dikin. Komplovan ne gihiştin armanca xwe. Serokê gelê Kurd hemû komplo vala dersixt. Ji ber komplo vala hatiye derxistin îro dewleta Tirk bi Serok re dest bihevdîtina kiriye. Îradeya Kurda ya siyasî bêgûman Serok Apo temsîl dike. Dewletê ku di komploya 15 Sibatê de rola wan heyî em bi zimanekî tûnd şermezar dikin.”

‘DI NAV KURDAN DE RIHÊ YEKÎTIYÊ HEYE’

Piştî axafitna Fetî Serokê Parastina Mafê Kurda a Bajarê Moskowa ya Mezepotamya Refîqê Kamil axivî. Kamil di dirêjiya axaftina xwe de bal kişand ser neyarê gelê Kurd û got: “Dewlet û hêzên naxwazin Kurd mafê xwe bi dest bixin pirin. Ji ber vê yekê pêwîste hemû Kurd bibin yek. Yekitiya Kurda ger xurt bibe wê demê wê hîn zêdetir nêzî azadiya xwe bibin. Îro kêmbe jî di nav Kurdan de rihê yekitiyê heye. Ji ver vê yekê îro li her deverê çalakiyê protestokirina roja 15 sibatê bi beşdariyek pir mezin tê çêkirin. Ev ji bo neyarê Kurda mesajek biwateye. Em dîsa dibêjin yê di vê komployê de rola wan heyî negihaştin armanca xwe. Em wan bi zimanekî tundk şermezar û lanet dikin.”

Di dawiya çalekiyê de Nûnerê Komaleyan Kurdê Herêma Yaroslavya û Sadiqê Torî helbestê ku li ser bîranîna sê jinên ku li parîsê hatibûn qetilkirin xwendin.

Ji çalekiye re Rûsên ku di qadê de amade bûn eleqeyek mezin nîşandan. Di heman demê de qada gelek qelebalix de belavokên di derbarê kesayeta Serokê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û komploya 15 Sibatê de hatin belav kirin.

Çalaki bi siloganên “Bijî Serok Apo”, Bijî YPG”û “Azadiya Ocalan Azadiya Me ye” qîriyan.

* * *

16 февраля 2013 года в Москве у главного входа в ВВЦ прошел митинг, посвященный 14-ой годовщине захвата и передачи турецким властям курдского национального лидера Абдуллы Оджалана. В акции приняли участие более ста человек. Организатором мероприятия выступила общественная организация «Местная национально-культурная автономия курдов Останкинского района города Москвы».

В акции с обращением выступили: Председатель Международного союза курдских общественных объединений Мераб Джимоевич Шамоев, Представитель Курдской женской организации г. Москвы Мирджан Давои, Председатель Федеральной национально-культурной автономии курдов Российской Федерации Фархат Абдурахманович Патиев, Председатель Региональной общественной организации содействия реализации прав курдов "Месопотамия" Рафик Камлиевич Рашоян, Заместитель Председателя Федеральной национально-культурной автономии курдов Российской Федерации Султан Халилович Хаджиев.

В честь трех курдских женщин, жестоко убитых в Париже 9 января нынешнего года, представитель Курдской общины города Ярославля Пашае Афо и член Региональной общественной организации содействия реализации прав курдов "Месопотамия" Садыке Тори зачитали стихотворения. Во время митинга прохожим раздавались листовки с обращением МНКА курдов Останкинского района города Москвы.

См. также: Выступления на русском языке

Добавить комментарий (всего 0)